Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xeta Xezayê de, jinek jî di nav da 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xeta Xezayê de, jinek jî di nav de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Xebatkarên tenduristiyê agahî parve kirin ku di êrişeke hewayî de ya li nêzî bajaroka Mihrafayê, kesekî jiyana xwe ji dest daye; di êrişên bi çek û topbaranê de yên li nêzî bajarê Xezayê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xeta Xezayê jî, di êrişa hêzên Îsraîlê de jineke 40 salî jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan di çend rojên dawî de li hundirê Xeta Xezayê endamên Tevgera Hemasê armanc girtine.